Îşev Barcelona û Juventus; Kîjan dibe şampion?

06-06-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Îşev lîstika dawî ya lîga şampion a Ewropayê di navbera her du tîmên futbolê yên Barcelona ya Ispanî û Juventus a Îtalî di yarîgeha Berlîn a li Almanyayê bê encamdan.

 

Di lîstika dawî ya Champions Lîg a Ewroapyê de, her du tîmên Barcelona û Juventus gihîştin qonaxa finalê û dê îşev li yarîgeha Berlîn a Almanyayê bi hev re lîstika dawî bikin.

 

Di qonaxa berî fînalê de Barcelona serkeftin bi ser tîma Bayern Munichen a Almanî de tomar kir û gihîşt fînalê. Herwiha tîma Juventusê jî karî bi ser tîma Real Madrîd a Îspanî de biserkeve û xwe bigihîne lîstika dawiyê.

 

Biryar e îşev di saet 21:45 li gor dema Hewlêrê lîstika di navbera herdu tîman de dest pê bike.

 

Pêştir jî her du tîman bi hev re lîstine. Dîroka lîstikên di navbera Barcelona û Juventusê bi wî awayî ye:

 

Berê her du tîm 5 caran bi hev re lîstine û lîstika îşev dê bibe şeşemîn lîstik ku her du tîmên navdar bi hev re encam didin.

 

  • Di Kopaya Latîn de bo cara yekem herdu tîm di werza 1951-1952 de bi hev re lîstin û di wê lîstikê de Barcelonayê karî bi encama 4 gulan li hember 2 gulan bi ser Juventusê de biserbikeve û di dawiyê de jî li tîma Ness a Fransî bir û bû qehremanê wê kopayê.


  • Di Kopaya Pêşengên Ewropayê de di werza 1970 -1971 de carek din her du tîm gihîştin hev û di wê lîstikê de Juventus tola xwe li Barcelonayê hilda û di dawiya her du lîstikên hatin û çûnê de bi encama 2 bi 1 li wî tîmî bir. Tîma Juventus bi wê serkeftinê gihîşt qonaxa dawî, lê li hember tîma Leeds United a Îngilîstanê rastî şikestinê hat û bû tîma duyem.

     

  • Di Kopaya Ewropayê de her du tîm di werza 1885-186 de di qonaxa çarêka dawiya fînalê de rûbirûyê hev  bûn û Barcelona di lîstika çûnê de 1-0 serkeftin bi dest anî û di lîstika hatinê de li yarîgeha bajarê Torîno ya Îtalyayê bi hev re yeksan bûn û di encam de tîma Ispanî ya Barcelona bo qonaxa din serkeft û li hember tîma Steaua Bucharest şikest xwar.

     

     

  • Çaremîn lîstika navbera wan herdu tîman, di werza 1990-1991 a Kopaya Kopayên Ewroapyê bû û di wê lîstikê de jî Barcelonayê bi encama 4-1 serkeftin bi dest anî û gihîşt qonaxa nîva dawî ya berî fînalê.

     

  • Di xûla tîmên qehremanên Ewropayê de jî her du tîm di werza 2002 -2003 de li hember hev lîstin û di dema zêdekirî de Juventusê karî  gulê tomar bike û serkeftinê bi dest bîne.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst