Li Amedê projeya 'Dersa Yekem Werziş e'

Hewlêr (Rûdaw) - Li hewşa dibistaneke navendî li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, li ber dengê muzîkê û bi kêfxweşî ev zarok bi werzîşê dest bi rojê dikin û xwe amade dikin zindîtir û bi enerjiyeke zêdetir bikevin dersê.

Murat Kuçukali, Rêveberê Perwerdê yê Parêzgeha Amedê, dibêje, “Xwendevanên me ji bo serê sibehê xewê ji ser çavê xwe biavêjin, zindîtir, kêfxweştir û bi motîvasyoneke baştir dest bi dersê bikin dersa me ya yekê werziş e. Em vê li hemû dibistanan cîbicîh dikin. Li dibistanên 17 navçeyên Diyarbekirê 350 hezar xwendevan di heman wextî de bi werzîşê dest bi dersê dikin. Ev bandoreke erênî li tendirustî û serkeftina zarokan dike."

Rêveberiya Perwerdê ya Amedê bi projeya “Dersa Me ya Yekê Werziş e” biryar daye li hemû dibistanên seretayî û navendî yên parêzgehê her sibeh berî dersê bi 15 deqeyan zarok werzişê bikin û piştre biçin nav pol. Zarok jî ji vê çalakiyê gelekî razî ne. Rona 11 salî û Mihemedê 12 salî qala başiyên vê werzîşê dikin.

Rona Guler, Xwendevan, dibêje, “Ez li dibistana navîn dixwînim, ez gelekî kêfxweş im, me werzîşa xwe kir. Me îro berî dersê werzîş kir û em gelekî pê kêfxweş bûn.”

Muhammet Ozçimen, Xwendevan, dibêje, “Çalakiya ku me îro kir gelekî baş bû. Sibehan ez gelekî çavlixew dihatim dibistanê, lê îro em hatin me hereketên nermkirina laş kirin û hest dikim baştir im.”

Êdî li parêzgeha Amedê dê ev zarokên ku wek kulîlkên Nîsanê rûgeş in û pêşeroja civakê ne bi werzişê dest bi rojê bikin.