Koreya Bakur ji Olîmpiyatên Tokyoyê vekişiya

06-04-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koreya Bakur ragihand, ji bo ku werzişvanên xwe ji cureya nû ya vîrusa Coronayê (Covid-19) biparêze ew dê beşdarî Olîmpiyatên Tokyoyê nebin.

Li gorî nûçeya ajansa Kyodoyê, Koreya Bakur bû welatê ewil ku ragihand, ew ji Olîmpiyatên Tokyoyê vekişiya. Li gorî planê olîmpiyat dê di Tîrmeha îsal de bên kirin.

Komîteya Olîmpiyatê ya Koreya Bakur ragihand ku ji bo parastina werzişvanên xwe ji Covid-19ê wan biryara navborî wergirt.

Berpirsê Komîteya Organîzasyona Olîmpiyatên Tokyoyê ragihand ku ji ber biryarê ew şaş û metel man û wiha got, “Me texmîn nedikir, ji nişkêva çêbû.”

Di daxuyaniya Wezareta Tevîhevbûnê ya Koreya Başûr de jî wiha hat gotin, “Hikûmeta me hêvî dike ku Olîmpiyatên Tokyoyê ji bo zêdekirina lihevkirin û hevkariya di navbera Koreyan de û herwiha ji bo aştiya li Nîvegirava Koreyê de dê bibe firsend.”

Lîstikên Olîmpiyatên Tokyoyê yên 2020î ku ewil biryar hatibû dayîn ku di navbera 24 Tîrmeh-9 Tebaxa 2020ê de were kirin, ji ber pandemiyê ji bo 23 Tîrmeh-8 Tebaxa 2021ê hatibûn paşxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst