Amedspor gav bi gav ber bi şampiyoniyê ve diçe

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Amedsporê li deplasmanê tîma Ispartasporê 2-0 têk bir û gaveke din jî nêzîkî şampiyoniyê bû.

Amedspor di Koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de cih digire.

Tîma Amedsporê bêyî alîgirên xwe li Stadyûma Bajêr derket hemberî Ispartasporê.

Desteya Ewlehiya Sporê ya Ispartayê berî lîstikê biryar dabû ku alîgirên tîma Amedsporê nekevin stadyûmê û çûna alîgirên Amedsporê qedexe kiribû.

Lîstikvanê Amedsporê Berk Îsmaîl Unsal di xuleka 32yemîn de gola yekem avêt.

Her dîsa lîstikvanê Amedsporê Berk Îsmaîl Unsal di xuleka 43yemîn de goleke din jî avêt û tîma xwe 2-0 bi pêş xist.

Amedspor bi her du golên Berk Îsmaîl Unsal li hemberî tîma Ispartasporê 2-0 bi ser ket.

Amedsporê bi vê serkeftina xwe pûanê xwe derxist 59an û lîderiya xwe berdewam kir.

Di navbera Amedspor û tîma rêza duyem Kastamonusporê de pûanek ferq heye.