Ciwanê 17 salî yê Êlihî diçe Lîga Premierê ya Îngîltereyê

06-01-2024
RÛDAW
Nîşan Yunus Emre Konak Êlih Sivasspor Brentford Lîga Premierê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lîstikvanê Sivassporê yê Êlihî Yunus Emre Konak bi tîma Brentfordê ya Lîga Premierê ya Îngîltereyê re li hev kir.

Hat diyarkirin ku tîma Brentfordê ji bo ku Yunus Emre Konakê 17 salî transfer bike, bi awayekî fermî teklîf lê kiriye.

Piştî teklîfê, hevdîtina di navbera kluban de bi awayekî erênî bi dawî bûye.

Li gorî îdiayan her du tîman li ser 5 milyon Euroyî li hev kiriye.

Yunus Emre Konak 10ê Kanûna Paşîna 2006an li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.

Yunus Emre Konak sala 2018an ji tîma Êlihê 1955 Batman Belediyesporê transferî tîma Super Lîga Tirkiyeyê Sivassporê bûbû.

Futbolîstê Êlihî Konak Adara 2023yan peymana xwe ya yekem a profesyonel bi Sivassporê re îmze kir.

Yunus Emre Konak 2 caran di tîma neteweyî ya U18a Tirkiyeyê de lîst.

“Hedefa min Ewropa ye”

Li gorî lîsteya rojnameya The Guardiana Brîtanyayê Yunus Emre Konak di nav “60 jêhatiyên ciwan ên herî baş ên futbola cîhanê ku sala 2006an ji dayik bûne” de cih digire.

Lîsteya "60 jêhatiyên herî ciwan ên futbola cîhanê ku sala 2006an ji dayik bûne" ji aliyê The Guardianê ve tê amadekirin.

Yunus Emre Konak 8ê Tebaxa 2023yan di hevpeyvîneke taybet de gotibû, “Ez hêdî hêdî ber bi armanca xwe ya futbolê ve diçim. Di xeyalên min de çûyîna Ewropayê heye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst