Awistralya rê neda Novak Djokovic derbasî wî welatî bibe

Hewlêr (Rûdaw) - Desthilata Awistralya,  ji ber ku vaksîna Corona wernegirtiye rê bi tenîsbazê Sirbî Novak Djokovic neda ku derbasî wî welatî bibe.

Duh welatê Awistralya rê bi pêşengê rêzbendiya cîhanî ya lîstika Tenisê Lîstikvanê Sirbî Novak Djokovic neda ku derbasî wî welatî bibe da ku beşdarî qaremaniya tensa Australya bibe.

Hat ragihandin ku ev rêpênedana Novak Djokovic tevî ku moleta pizîşkî wergirtiye da ku vaksînê li xwe nede lê ew li balefirxaneya Tala Marin li Milbournê hat rawestandin. Djokovic piştre jî ji ber ku vaksîn li xwe nedaye û sedemên lêborîna pizîşkî ne cihê baweriyê bûn li cem desthilata Awistralya, vîzaya wî jî hat redkirin, lê li ser belgeyekê îmze kiriye û çûye hotêlekê.

Li gor hinek çavkaniyan, lêborîn û moleta pizîşkî ya ku Novak Djokovîç hebû, bi heman moletê sê lîstikvanên din derbasî wî welatî bûne, û dibe ev yek kirîzeke diplomatîk di navbera Sirbiya û Awistralya de çêbike.

Serokwezîrê Awistralya ragihand, Novak Djokovîç belgeyên pêwîst û cihê baweriyê ji bo moleta pizîşkî pêşkêş nekirine.

Serokê Sirbiya jî li ser twîterê belav kiriye, ku ew bi Novak Djokovîç re axfiye û Sirbiya bi temamî û hemû şiyanên xwe piştevaniya wî dike, hemû aliyên pêwendîdar dê hemû karekî bikin da ku ev yek çareser bibe.

Serokê Sirbiya dibêje jî, welatî wî dê hemû hewlên xwe ji bo Novak, Rastî û dadperweriyê li gor yasayên navdewletî bide.

Ev yek di demekê de ye ku Novak Djokovîç moleta pizîşkî ji herêma Vectoria ya Australya wergirtiye lê desthilatên fedralî yê Australya rê bi derbasbûna wî bo nava axa Awistralya neda. Biryar e Qaremaniya Awistralya roja 17 vê mehê destpê bike.