ÎDIA – Galatasarayê ji ber hin parvekirinan dest ji futbolîstê Rihayî berda

05-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hat îdîakirin ku tîma futbolê ya Galatasaray a Tirkiyê ji ber parvekirinên wî yên di medyaya civakî de dest ji transferkirina lîstikvanê Kurd ê futbolê Denîz Undav ku di tîma Brighton a Îngilistanê de dilîze, berdaye.

Di çend rojên bihorî de hatibû gotin, tîma futbolê ya Fenerbahçe ya Tirkiyê, girêbesta bi lîstikvanê xwe yê Kurd Ozan Suncak re betal kiriye, ji ber ku di nivîsa xwe ya li ser medyaya civakî de di bin ala Kurdistanê de bi Kurdî “Her bijî” nivîsîbû.

Lê li gorî nûçeya Fotosporê, Denîz Undav jî weke Ozan Suncak ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî, transferkirina wî bo tîma Galatasaray a Tirkiyê hatiye betalkirin.

Li gorî nûçeya rojnameyê, Denîz Undav berê ji bo Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê dihat hesibandin. Lêbelê, îdiayek her tişt guhert.

Li gor wê îdiayê rahênerê Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê Stefan Kunzt xwestiye Denîz ku ji malbateke Rihayê ye, sezona borî di Lîga Belcîkayê de bibû sedema matmayînê vexwîne tîma neteweyî ya Tirkiyê, lê ji ber ku hin kiryarên wî yên mîna Ozan Suncak hebûn, nehat vexwendin.

Her li gor heman îdiayê, rêveberiya Galatasarayê ji ber ku ev agahî derbarê Denîz Undav de bidestxistine, hevdîtinên ji bo transferkirina wî rawestandin û dest ji wî lîstikvanî berdan.

Di 70 lîstikan de 45 gol

Li gor nûçeya Fanatikê, Undav di werza 2021-2022an de li Belcîkayê wek lîstikvanê salê hat hilbijartin û 27 gol û 13 asîst tomar kirin. Denîz Undav dema di tîma Union Saint-Gilloise ya Belcîkayê de dilîst, di 70 lîstikan de 45 gol avêtin û 18 asîst kirin, û piştre bi 7 milyon Euroyan derbasî Lîga Premier a Brîtanya û tîma Brighton bû.

Ji bo Brighton di 10 lîstikan de 1 gol avêt

Deniz Undav ê 26 salî di vê werzê de ji bo Brightonê di 10 lîstikan de 1 gol tomar kiriye. Li gor zanyariyan, tîma Brightonê ji bo transferkirina wî lîstikvanê Kurd amade ye pêşniyaran werbigre.

Hertha Berlîn ketiye dewreyê

Li gor hin zanyariyan, tîma Hertha Berlîn a di Bundeslîga ya Almanyayê de dilîze, ji bo transfera Deniz Undav ketiye tevgerê û bi tîma Brighton a Brîtanî re d nava danûstandinê de ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst