Parêzgarê Hewlêrê: Şerê piştî pêşbirkê peywendî bi alaya Iraqê nebû

05-12-2021
RÛDAW
Piştî pêşbirka tîmên Hewlêr û Şurte alozî derket
Piştî pêşbirka tîmên Hewlêr û Şurte alozî derket
Nîşan Parêzgarê Hewlêrê Tîma Hewlêrê Tîma Şurte Futbol Kupaya Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hewlêrê ragihand ku di şerê piştî pêşbirka tîmên Hewlêr û Şurte de ti kes nehatiye kuştin û tekez kir ku wî şerî ti peywendiyek bi alaya Iraqê û siyasetê ve nîne.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, di şerê di navbera alîgirên tîmên Hewlêr û Şurte de ti kes nehatiye kuştin, sivkatî bi ti kesî nehatiye kirin û dûr û nêzîk dest bo alaya Iraq û Kurdistanê nehatiye dirêjkirin.

Omêd Xoşnaw got, “Em jî li stadyumê amade bûn, beşeke alîgirên Şurte çend kursiyên stadyumê şikandin. Ev a ku rû da, li welatên cîhanê yên pêşketî jî heye û tiştek çaverêkirî ye di futbolê de. Tişta ku rû da ti peywendî bi siyaset, Hewlêr û alayê ve nîne. Kargêriya tîma Hewlêrê heta firokexaneyê jî li gel tîma Şurte û alîgirên wê bûn û bi başî bi rê kirin û tişta qewimî, bûyerek bû di navbera alîgiran de.”

Li gor gotina Parêzgarê Hewlêrê dibêje, mijar ji xeta xwe hatiye derxistin û hinek kanalan wisa nîşan daye ku kuştî di şer de hebûne, lê tekez dike ku dibe ji herdu aliyan ziyan bi hinek kesan gihiştibe, lê ti kes nehatiye kuştin.

Tîma Hewlêrê jî li ser bûyerên piştî pêşbirkê daxuyaniyek belav kir û ragihand, bûyerê “ti peywendî bi bilindkirina alaya Iraqê nîne.”

Serokê Tîma Hewlêrê Welîd Ereb ji Rûdawê re ragihand, alîgirên tîma Şurte çend kursî şikandin piştî ku tîma wan têk çû û futbolîst û alîgirên tîma Hewlêrê serketina xwe pîroz dikirin.

Serokê Tîma Hewlêrê tekez jî dike ku her zû, polîs hatiye ji bo aloziya di navbera alîgirên herdu tîman de kontrol bike û dibêje, hewlek heye ji bo ku vê bûyerê bi aliyekî din ve bibin û rastî bê veşartin.

Welîd Ereb eşkere jî dike, “Tîma Şurte ji ber şikandina kursiyên stadyumê, daxwaza lêborînê kir û tîma Hewlêrê jî qebşl kir û pirsgirêk jî bi vî awayî çareser bû.”

Tîma Şurte di daxuyaniyekê de piştî pêşbirkê û wê aloziyê, daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê, Wezîrê Navxwe, Wezîrê Werziş û Ciwnan û aliyên din ên peywendîdar kir ku li ser wan bûyerên piştî pêşbirkê ku qaşo sivkatî bi alaya Iraqê hatiye kirin rêkarên yasayî bên girtin.

Lê Serokê Tîma Hewlêrê tekez dike ku aloziya piştî pêşbirkê ti peywendî bi alaya Iraqê nebû.

 

 

Roja Şemiyê (04/12/2021) demjimêr 16.00 tîmên Hewlêr û Şurte di çarçova pêşbirkên Kupaya Iraqê de li Stadyuma Franso Herîrî ya li Hewlêrê hatin hemberî hev.

Di 90 xulekên pêşbirkê de herdu tîman jî nekarîn ti golekê tomar bikin û pêşbirk bi encama 0-0 bidawî bû. Lê tîma Hewlêrê li hemberî tîma Şurte di penaltiyan de bi encama 4-3 bi serket û navê xwe di nav dawî 8 tîmên şampiyonayê de tomar kir.

Tîma Şurte ku duh li hember tîma Hewlêrê têk çû, tîmeke Bexdayê ye û yek ji sê tîmên navdar û serkeftî yên Iraqê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst