Li dijî alîgirên Amedsporê êrişa nijadperestî

05-10-2019
Nîşan Amedspor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Alîgirekî Amedspor ji ber Kurdbûna xwe îro li Stenbolê rastî êrişa nijadperestên Tirk hat.

Serokê Klûba Amedsporê Metin Kilavuz ragihand ku alîgrê tîma wan ê bi navê Mehme A.K îro berî destpêkirina lîstka Sariyer-Amedsporê  rastî êrişa alîgirên tîma Sariyer ên nijadperest hatiye.

Metin Kilavuz diyar kir ev hefteyek e alîgirên Sariyerê li ser medyaya civakî dirûşmên nijadperestî li dijî tîm û aligrên wan belav dikin.

Kilavuz destnîşan kir ku Mehmet A. K. bêyî ku bizane qedexe bo alîgirên Amedsporê heye, xwestiye here stadyoma Sariyerê lê rêya wî ji aliyên alîgirên tîma Sariyerê ve tê girtin û ji wî dipirsin “Tu dê biçe kuderê?” ew jî dibêje dê here lîstika Amedsporê temaşe bike, piştre jî dipirsin “tu Kurd î?”

Bi gotina Metin Kilavuz dema ku Mehmet A. K. dibêje ez Kurd im, yekser alîgirên Sariyerê êrişî wî dikin.

Kilavuz da zanîn ku tevî navê 3 hevalên wan di lîsteya protokolê de heye rastî êrişê hatine.

Serokê Klûba Amedsporê Metin Kilavuz got ku derbarê bûyurê de wan karûbarên yasayî dane destpêkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst