Barcelona: Lionel Messi li gel me berdewam nabe

05-08-2021
RÛDAW
Nîşan Lionel Messi Barcelona Spanya Katalonya Futbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Barcelona bi fermî ragihand ku futbolîstê navdar Lionel Messi li gel wan berdewam nabe û got, “Em nîgeran in ku Messi nikare berdewam be.”

Tîma Barcelona daxuyaniyek belav kir û li ser sedema vê biryarê ragihand, “Ji ber astengiya aborî û rêûşûnên kargêrî girêbesta Messi nayê nûkirin.”

Tîma Barcelonayê dibêje, her çiqas ew li gel Lionel Messi gihiştin rêkeftinê û daxwaza bo îmzekirina girêbesta nû diyar kirin, lê ew rêkeftin nayê cîbicîkirin ew jî ji ber astengiyên aborî û kargeriyê.

Di beşeke din a daxuyaniyê de tîma Barcelonayê dibêje, wek encama wan astengiyan, Messi li Barcelonayê namîne û herdu alî jî gelek nîgeran in ku daxwaza futbolîst û tîmê cîbicî nabe.

Barcelona spasiya futbolîstê navdar ê Arjantînî dike ji ber keda wî ya bo çendîn salan di wê tîma Katalonyayê de û hêviya serkeftinê di jiyana pîşeyî û taybet de bo Messi dixwaze.

Futbolîstê Arjantînî Lionel Messi sala 1987an jidayîk bûye û ev 16 sal in di tîma Barcelonayê de dilîze û di 778 pêşbirkan de bi formaya Barcelonayê 672 gol avêtine.

Lionel Messi li gel Barcelonayê 34 kupa wergirtine ku ji wan jî 10 La Lîga, 4 Champions Lîg, 9 Kupa Şahane ya Spanyayê, 7 Super Kupa, 3 UEFA Super Kupa, 3 FIFA Şampiyonaya Kuluban, 6 Ballon d'Or û 6 xelata Pêlava Zêr wergirtine û wek ji serketîtirîn futbolîstan tê hejmartin di dîroka futbolê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst