Moskow xwe ji Kûpaya Cîhanê re amade dike

05-08-2017
Xalid Hisên
Moskow
Moskow
Nîşan Moskow Kûpa Cîhanê Rûsya
A+ A-

Moskow (Rûdaw) – Ji bo destpêkirina Kûpaya Cîhanê ya Rûsya 2018ê re tenê 10 meh mane. Amadekariyên li ser nûjenkirina lîstikgehan û peydakirina otobûs û otêlan ji bo geştiyaran, berdewam in. Barê herî giran a vê organîzasyonê li ser pişta Moskow e, lewma kar li vir zêdetir e.

 

Wezîrê Werzîşê yê hikûmeta xwecîhî yê Moskowê Roman Tiryoşkov dibêje: “Em niha li 11 bajarên Rûsyayê karê nûjenkirina stadyûman dikin. Di meha Tebaxê de dê çandina çîmên hemû yarîgehan bidawî bibe. Di dawiya meha Cotmehê de jî dê avahiyên îdarî û cihên nîştecîbûnê temem bibin.”

 

Ji aliyekê din ve Wezareta Çand û Rewşenbîrî, ku kerta geştiyariyê ser bi wan ve ye, ji bo pêşwazîkirina geştiyaran amadekariyan dike.

 

Alîkara Wezîrê Çand û Rewşenbîrî Anna Patexîna diyar dike: Me ji bo geştiyarên cîhanê, yên Rûsyayê û herwiha ji bo werzîşvanan otobûsên taybetî dabînkirine. Herwiha ji bo hatinçûna wan me rêyên taybetî diyar kirine. Herwiha, di hemû astan de otêlên me hene, ji bo hejaran û ji bo dewlemandan jî cîh amade ne. Em hewl didin geştiyar di dema kûpa cîhanê de demekê xweş derbas bikin.”

 

Biryare lîstokên Kûpaya Cîhanê ya 2018ê li 11 bajarên Rûsyayê werin encamdan. Li bajarên Moskow, St. Petersburg, Soçi, Volgograd, Kaliningrad, Yekaterinburg, Kazan, Nijni Novgorod, Samaraw, Saransk û Rostov-on-Don.

 

Biryare hemû amdekarî heta 1ê Gulana 2018ê temam bibin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst