Arjantîn jî derbasî nîv-fînalê bû

 

Hewlêr (Rûdaw)- Di qonaxa çareka fînalê ya Kûpa Cîhanê ya 2014an a Brêzîliyayê de, Arjantînê bi encama 1- 0 li Belçîkayê bir û derbasî nîv-fînalê bû.

 

Di çarçoveya lîstikên qonaxa çareka fînalê ya kûpa cîhanê de, îşev tîmên Arjantîn û Belçîka li yarîgeha Nacional a paytext Brazîliyayê de hatin hemberî hev.

 

Arjantînê di xulka 8em de golek avêt Belçîkayê.

 

Piştî wê golê, maç di bin bandoriya tîma Arjantînê de derbas bû.

 

Tîma Belçîka êrişa xwe ya herî bitalûke di xuleka 90+4 de pêk anî lê nekarîn tiştekî bikin.

 

Maç bi encama 1-0 bidawî bû û Tangocî derbasî qonaxa nîv-fînalê ya kûpayê bûn.

 

Di qonaxa nîv-fînalê de jî serkeftiya lîstika Hollanda-Kosta Rîka dê bi Arjantînê re bilîze.