Porto bû şampîyonê Portugalê

05-06-2023
RÛDAW
Wêne: Patricia DE MELO MOREIRA, AFP
Wêne: Patricia DE MELO MOREIRA, AFP
Nîşan Portugal Porto
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tîma futbolê ya Porto ya Portugalê di dîroka xwe de cara 23emîn Kupaya Portugalê bi dest xist.

Di lîstika dawî ya Kupaya Portugalê de ku roja Yekşemê hat lîstin Porto 2-0 Sporting Braga têk bir.

Di nîvê yekem de her du tîman jî tevî çendîn êrîşan nekarîn torê bihejînin.

Lîstikvanê Sporting Bragayê Andre Horta di 8emîn xuleka nîvê duyem de bi xeletî gol avête xwe û Porto 1-0 kete pêş.

Piştî gola yekem hakem ji ber bikaranîna tundûtûjiyê karta sor dan du lîstikvanan ku yek ji Portoyê Levendell û yê din jî Seco Niakete yê Bragayê bûn.

Lîstikvanê Portoyl Otavio di xuleka 81emîn de gola duyemîn a Portoyê avêt û ji Bragayê re hêvî nehîştin û bi vî awayî di dîroka xwe de cara 23emîn kupa bi dest xist.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst