Denîz Undav gotibû 'Kurd im' û Tirkiye red kiribû: Almanyayê soz da wî

05-02-2024
RÛDAW
Nîşan Denîz Undav Tîma Neteweyî ya Almanyayê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rahênerê Tîma Neteweyî ya Almanyayê Julian Nagelsmann ji bo vexwendina tîma neteweyî soz daye lîstikvanê Kurd Denîz Undav.

Futbolîstê navdar ê Rihayî Denîz Undav gotibû “Ez Kurd im” û Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê red kiribû.

Tê çaverêkirin ku lîstikvanê Kurd Denîz Undav ji bo Tîma Neteweyî ya Almanyayê bê vexwendin.

Lîstikvanê Kurd ê tîma VfB Stuttgartê ya Almanyayê di van demên dawî de bi golên xwe balê dikişîne ser xwe.

Undav di vê sezonê de di Bundesligayê de di 20 maçan de 18 gol avêtine.

Nagelsmann soz da wî

Ji ber vê performansa xwe ya baş Julian Nagelsmann soz daye ku Denîz Undav vexwîne Tîma Neteweyî ya Almanyayê.

Li gorî malpera rojnameya Bildê ya Almanyayê, Rahênerê Tîma Neteweyî ya Almanyayê Julian garantî daye ku Denîz Undav ji bo pêşbirkên bi Fransa (23yê Adarê) û Îngîltereyê (26ê Adarê) vexwîne tîma neteweyî.

Almanya îsal havînê mazûvaniya şampiyoniya EURO24ê dike.

Lîstikvanê Kurd Denîz Undav jî ji bo ku bikeve kadroya neteweyî tiştê ku ji destên wî tê dike û demeke dirêj e li bendê ye ji bo tîma neteweyî bê vexwendin.

Nav û dengê Undavê ku roj bi roj belavtir dibe, di Kanûna Pêşîna 2023yan de biryara xwe dabû û gotibû “Ez Kurd im” û Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê red kiribû û xwetibû di Tîma Neteweyî ya Almanyayê de bilîze.

Denîz Undav kî ye?

Denîz Undavê ku bi eslê ji parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ye, sala 1996an li bajarê Achimê yê Almanyayê ji dayik bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst