Cizre Spor: Em ji ber neheqî û nejadperestiyê ji Lîga Tirkiyê derketin

05-02-2020
RÛDAW
Tîma Cizre Spor a Şirnexa Bakurê Kurdistanê ji Lîga 3 a Tirkiyê vekişiya.
Tîma Cizre Spor a Şirnexa Bakurê Kurdistanê ji Lîga 3 a Tirkiyê vekişiya.
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Cizre Spor Lîga Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma fotbulê ya Cizre Spor a Şirnexa Bakurê Kurdistanê ji Lîga Sêyem a Tikriyê vekişiya û berpirsên wê tîmê dibêjin, biryarên nedadperwerane di derheqê wan de dihatin dan û li ser wan axaftinên bêrêz û regezperistî dihatin gotin.  Alî Fikrî Işik, Şîrovekarê Werzişî û Şareza di karûbarê yaneyên Bakurê Kurdistanê de jî dibêje, dewleta Tirkiyê naxwaza tîmên bajarên Kurdî serkevtî bin, çimku dê bi serkevtinê, Kurdbûna xwe jî derxin pêş.

Rayedarên tîma Cizre Sporê roja Yekşemê 2ê Sibatê ew biryara xwe aşkere kirin û serokê tîmê Maruf Sevînç ragihand, ew dê ji bo cîbicîkirina wê biryara xwe, serlêdanên fermî bikin.

Serokê Tîma Cizre Sporê, Maruf Sevînç herwiha got, di demên dawî de, li nav û derveyî yarîgehên wan, navbijîvanan biryarên nedadperwerane di derheqê wan de dane û tekez kir, ji ber wê yekê jî ew ji xûla Tirkiyê derdikevin.

Serpirştiyarê tîmê, Şenul Nevaf jî dibêje, tîmên li hember wan dilîzin gelek rasît û nejadperest in. Bi gotina Şenul Nevaf, ew rêzê li mêhvanên xwe digirin, lê rêz li Cizre Spor nayê girtin.

Cizre Spor di koma dawî ya Lîga Sêyem a Tirkiyê de dilîze. Di heftiya bihorî detîma  Agri Sporê bi golekê ji tîma Cizre Sporê bir ku Cizre Spor dibêje, navbijîvan biryarên şaş dane.

Rahênerê Teknîkê yê tîma Cizre Sporê Metin Akpinar jî rexne li biryar û helwestên navbijîvanan li hember tîma xwe digire û dibêje, navbijîvan ji bo nîşandana hêza xwe û pelçiqandina Cizre Sporê tên Cizîrê.

Perlamenterê CHPê, Sezgîn Tanrioglu jî gotiye, nejadperestî û kerb û kîn bû sedem ku Cizîre Spor ji Lîga Tirkiyê derkeve.

Alî Fikrî Işik, Şîrovekarê Werzişî û Şareza di karûbarê yaneyên Bakurê Kurdistanê de têkildarî biryara vekişîna Cizre Sporê ji Rûdawê re ragihand, sedemên xwevekişandina Cizre Sporê bi rastî jî rast û rewa ne.

Işik got, “li Tirkiyê tirk û tîmên tirk bi alîkariya dewleta xwe, li hemberî tîmên Kurdan bi tundî bandoreke nejadperestî pêk tînin, êdî ew nayê qebûlkirin.”

Işik diyar kir, tevî ku sedema biryara vekişîna Cizre Sporê rewa ye, lê awayê biryarê encamdar nîne û bi vî awayê niha tiştek pêk nayê, ji ber ku bi gotina wî “hiqûqa Tirkiyê rê nade ku tîmên Kurd yan jî tîmên bajarên din ji xwe re lîgeke din ava bikin, lewma derketina ji lîgê nerast e, çimku eger ji lîgê derkevin dê biçin li mala xwe rûnin.”

Li ser pirsa, ‘çima li Tirkiyê bandora siyasetê li ser werzişê wisa zêde ye, di demekê de ku li cîhanê bi giştî siyaset ji werzişê cuda ye’, Alî Fikrî Işik ragihand, “bi nerîna min dereweke mezin e ku siyaset ji werzişê cuda bihê dîtin, ji ber ku her alîgireke futbolê bi bîr û baweriyên xwe yên siyasî diçe futbolê temaşe dike, lê divê di çalakiya futbolê de siyaset cih negire. Lê Tirk îro bi hêza dewleta xwe siyasetê tînin û dixin nava futbolê, nexasim futbola bajarên Kurdî yên ku li wir lidardikevin.”

Işik tekez kir, “ew siyaseta dewleta Tirkiyê ye ku pêşî li tîmên Kurdî û bihêzbûna wan digire”, ji ber ku bi gotina wî “bi serkevtina tîmên bajarên Kurdî, ew dê Kurdbûna xwe jî bibin asteke bilindtir û nîşan bidin.”

Bi gotina Işik, “dewleta Tirkiyê bi awayekê sîstematîk doh pêşî li Amed Sporê digirt û îro jî pêş li Cizre Sporê digire.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst