Futbolîstên jin ên Afrîkayî li Colemêrgê fêrî stran û govendên Kurdî dibin

Hewlêr (Rûdaw) – Xelkê parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê werzişvanên Afrîkayî yên tîma Hêza Colemêrgê ya di Lîga Super a Futbola Jinan de têdikoşin li malên xwe dikin mêvan, hem xwarinên deverê îkramî wan dikin û hem jî çanda xwe bi wan didin nasandin. Lîstikvanên futbolê yên Afrîkî xwe fêrî stran, govend û çanda Kurdî dikin.

Werzişvanên Afrîkayî yên Tîma Futbola Jinan a Hêza Colemêrgê ya bi performansa xwe ya serkeftî nîva ewil ê lîgê bi 14 puanan di rêza 3yem de bidawî kir, di serkeftina tîma xwe de xwedî behreyeke mezin in.

Mwanalima Adam Jerekoya Kenyayî ya yarîzana nîvê qadê, Misozi Zuluya Zambiyayî ya forvet, Margeret Belemuya Zambiyayî ya yarîzana nîvê qadê, Petience Peterson Konduka Ganayî ya forvet, Vivian Nasaka Makokohaya Kenyayî ya stoper û Tochukwu Oluheniya Nîjeryayî ya qelevan bi têkoşîna xwe ya di yarîgehê de û tevgerên xwe yên sempatîk ên li dervayî yarîgehê xwe bi gelê deverê dan hezkirin.

Piştî ku di nîva yekem a Lîga Super de bi 14 xalan bûn sêyem, hezkirina xelkê Colemêrgê li beramber wan zêde bûye.

Beşek ji hemwelatiyan wan li malên xwe dikin mêhvan û ji wan re xwarinên Kurdewarî çêdikin.

Xwediyê malê Îsmail Yaşar dibêje: “Ez weke keçên xwe ji wan hez dikim. Em rûniştin, me xwarin xwar, çaya xwe vexwar û sohbet kir. Gelek bi kêfxweşî derbas bû.”

Lîstikvanên ji welatên weke Gana, Zambiya, Kenya û Nîjeryayê êdî bûne beşek ji xelkê Colemêrgê û çanda wan ji nêz ve nas dikin û hinek ji wan fêrî stran û govendên Kurdî jî bûne.

Lîstikvana Tîma Hêza Colemêrgê ya Futbola Jinan Misozi Zulu dibêje: “Ez gelekî ji Hekkariyê hez dikim û mirovên vê derê baş û bextewar in. Em ji xwarinên wê hez dikin. Xwarina ku me xwar pir xweş bû û gelek bi tam bû.”

Lîstikvanên Afrîkayî ji xwarin, çand û xelkê vê parêzgehê gelek razî ne û li hember mêhvanperweriya wan spasiya xelkê Colemêrgê dikin.

Lîstikvana Tîma Hêza Colemêrgê ya Futbola Jinan Margeret Belemu jî got: “Tevî ku gelek sar e ez gelek ji Colemêrgê hez dikim. Ev yekem car e keşûhewayek wiha sar dibînim. Lê hemû cihên wê gelek xweşik in. Ez ji xwarina çengên mirîşkan hez dikim. Ev xwarin gelek bi dilê min e. Ez spasiya rahênera me dikim ku em li mala xwe kirine mêhvan û şîv da me. Bi rastî gelek bi tam bû.”

Niha 6 lîstikvanên jin ên Afrîkayî di Tîma Hêza Colemêrgê ya Futbola Jinan de dilîzîn.

Ev tîma Jinan di sala 2008an de li vê parêzgehê hatiye damezrandin û piştî serkeftinên xula 3em û duyem, bo xula yekem biser ket. Keçên tîma Colemêrgê berdawam ligel hevalên xwe yên Afrîkayî hewil dibin zêdetir serkeftinan bidest bixin û dixwazin navê wê parêzgeha Kurdan  bi şampiyoniyê bixemilînin.