Hezkirina zêde ya ji bo futbolîstê Kurd klûba Îngilîz bêzar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Futbiloîstê Kurd Cardo Siddik ê ku di tîma Crystal Palace a Premier Lîga Înglizî de dileyîze ji heyranên xwe xwest ku li ser hesabê medya civaki ya klûbê dawî li şîroveyan bînin. Li ser peyamên zêde yên medya civakî Crystal Palace jî dest astengiya peyam kir.

Futbolîstê Kurd ê 18e salî Cardo Siddik li gel performansa xwe ya baş li ser medya civakî ji aliyê hezkirina heyranên xwe yên Kurd ve jî ket rojevê.

Cardo Siddik piştî performanseke baş ji Watfordê transferî Crystal Palaceê bû. Heyranên wî ji meha Mijdara borî de dest bi kampanyakî kiribûn.

Gelek heyranên Cardo Siddik ên Kurd li ser hesabê medya civakî ya klûba Îngliz re gelek peyam şandin bo Futbolîstê Kurd derxin Tîma Ayê.

Piştî van peyaman Cardo xistin tîma U19. Niha jî kampayakî din destpêkirin. Bi Hastaga “Where is Cardo?” “Cardo li ku ye?” hat destpêkirin. Heyranên wî bi hezaran emojî û wêneyên cuda xwestin ku futbolîstê ciwan derxin Tîma Ayê.

Ji ber peyam û hezkirina zêde QPR li ser hesabê medya civakî peyamên ku ji Kurdistanê tên asteng dike.

Piştî kampanyayê Cardo Siddik li ser hesabê xwe ya Instagramê daxuyaniyeke belav kir u got “Xwişk û birayên hêja, ez ji we daxwaz dikim ku hûn êrişî tîma min, Crystal Palace nekin. Pênc sal in ku ez bi alîkariya QPRê di kategoriya ciwanan a Premier Lîgê de dileyîzim. Ji bo ku ew min perwerde bikin tiştê ku ji destên wan tê ya herî baş dikin.”

Her wiha futbolîstê Kurd hişyarî da ku ew parvekirin hem zirarê dide wî hem jî dide klûba wî.

Cardo Siddik di 31ê Kanûna 2020an de hevpeyvîneke da malpera Crystal Palaceê û got ji ber ku kaptaniya tîme dike pê şanaz e û wiha berdewam gotibû: “Bêguman wek kaptan welatê xwe di yekemîn pêşbirka navnetewî de temsîl kirin şanaziyek bû. Ez Kurd im. Ez zêdetirin 40 milyon Kurd temsîl dikim.”

Cardo siddik her wiha got “li gel Kurdên Îraqê ez Kurdên Tirkiyê, Sûriyê û Îranê jî temsîl dikim.”

Cardo Siddik bi eslê xwe ji Silêmaniyê ye û di 21ê Îlona 2002an de ji dayîk bû ye.