Bi cil û bergên Kurdî yên Amedê pêşbirkên futbolê dixemilîne

Amed (Rûdaw) – Mezher Tekçî 48 salî bi cil û bergên Kurdî yên Amedê pêşbirkên futbolê dixemilîne. Tekçî hem li Lîga Masteran a Amadê rahêneriya tîma Seyrantepeyê dike û hem di avahiyeke ku ji 126 daîreyan pêk tê karê paqijiyê dike. 

Rahênerê tîma Seyrantepe Spora Amedê Mezher Tekçî bi qasî tîma xwe bi kincên xwe derdikeve pêş û ew bi şalwar, êlek û şewqe xwe pêşbirkên futbolê dixemilîne û bala her kesî dikişîne.

Mezher Tekçî di pêşbirkan de cil û bergên Kurdî li xwe dike û rahênerekî wisa ye ku futbolîzên tîma rikaber ji rahênerê xwe zêdetir jê hez dikin. Xewna wî ya zarokatiyê ew bûye ku bibe futbolîz. Lê ew li Amedê dergevaniyê dike. Digel vê yekê jî dev ji xewn û xeyalên xwe yên zarokatiyê berneda. 

Rahênerê Seyrantepe Sporê Mezher Tekçî ji Rûdawê re got: “Li her derê cilên Kurdî li xwe dikim. Li yarîgehan, li dawetan, şîn û şahiyan, li mêvandariyê, li her derê van kincan li xwe dikim. Cilên min xweşik in. Herkes jê hez dike. Ez ji cilên Kurdî hez dikim. Maça min hebe van cilan li xwe dikim. Futbolîzên tîmên rikaberan jî ji ber van cilên Kurdî ji min pir hez dikin.

Futbolîzên tîma Seyranetepeyê  jî hebûna rahênerekî wiha rengîn bo navdariya tîma xwe weke derfeteke zêrîn dibînin. 

Futbolîzê Tîma Seyrantepeyê Serkan Erkan jî dibêje: “Bi saya şal û şapikê wî, bi şewqeyê wî nav û dengê me li her derê belav bû. Me bi trîlyonan pere bida tîma me evqas navdar nedibû.”

Futbolîzê Seyrantepe Sporê Seyîdxan Yetîşkîn jî wiha axivî: “Em şampiyon bûna jî em evqas navdar nedibûn. Wî bi stayla xwe nav û dengê me zêde kir.” 

Armanca Mezher Tekçî ew e ku bi rahêneriya xwe tîma xwe ya di lîga mastiran de bike şampiyon. 

Xeyala wî ya zarokatiyê ew bûye ku bibe futbolîzekî navdar. Lê ji ber şert û mercên jiyanê 15 sal in dergevaniyê dike.

Tekçî herwiha got: “Hevalên min ên rahêner diçin îdmanan ez li vir dergevaniyê dikim. Îdmana min dergevanî ye. Bi bêrê çopa xwe top dikim. Paqijî dikim. Nan belav dikim.”

Mezher Tekçî bi qasî rahêneriyê karê dergevaniyê jî bi dil û can dike. Rahênerî jê re beşek ji xeyalên zarokatiyê be, dergevanî jî debara jiyanê ye.