Servet Çetîn bû antrenorê Amedsporê
Hewlêr (Rûdaw) – Servet Çetîn bû rahênerê nû yê Amedsporê.
Amedspora ku îsal di Lîga 1em a Trendyolê ya Tirkiyeyê de dilîze û antrenorê Servet Çetîn li hev kir.
Piştî ku Amedspor di çend maçên xwe de têk çû, gelek alîgirên Amedsporê nerazîbûna xwe nîşan da û wan xwest birêvebiriya Amedsporê û rahênerê tîmê îstifa bike.
Li ser vê yekê Birêvebiriya Klûba Amedsporê roja 28ê Çiriya Pêşînê biryar da ku kongreya xwe awarte li dar bixe.
Serokê Amedsporê Azîz Elaldi jî eşkere kir ku ew dê carek din nebe namzed.
Piştî wê jî peymana bi antrenorê Amedsporê Ersun Yanal jî hat betalkirin.
Birêvebiriya Amedsporê û antrenor Servet Çetîn li hev kir û wan îro peymana xwe îmze kir.
Peymana Servet Çetîn û Amedsporê salek e.