Li Wanê pêşbaziya ‘Paraşûta Berpalê’ dest pê kir

04-08-2024
RÛDAW
Nîşan Paraşûta Berpalê Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêşbaziya Paraşûta Berpalê ya Merhaleya 7emîn a Herêma Rojhilatê Anadoluyê li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê dest pê kir.

Pêşbaziya ku ji bo nasandina dewlemendiyên dîrokî, çandî û sirûştî yên bajêr û belavkirina werzîşa paraşûta berpalê tê lidarxistin li Gundê Ayanîsê yê navçeya Tuşbayê hat kirin.

Di organîzasyonê de 26 werzişvanên ji gelek bajaran hatin hemberî Çiyayê Sîpanê û Gola Wanê firiyan û hewl dan ku bigihêjin hedefa xwe.

Serokê Federasyona Werzişên Asmanî ya Tirkiyeyê Ahmet Saîm Yilmaz diyar ku Wan ji bo werzişan navendeke gelekî girîng e.

5 kes dê derbasî Şampiyoniya Tirkiyeyê bibin

Ahmet Saîm Yilmaz da zanîn ji ber ku li bajêr e gelekî kêfxweş e û got:

Werzîşvanên ku di 5 rêzên yekemîn de cih bigrin dê beşdarî Şampiyoniya Tirkiyeyê ya li Eskîşehirê bibin.

Ev der ji bo me û werzişvanên me herêmeke girîng e.

Gola Wanê û Çiyayê Sîpanê dîmeneke gelekî xweşik derdixînin holê.

Gelê Wanê mêvanperweriyeke gelekî xweş nîşanê me da.

Ev du car li ser hev e ku pêşbazî li vir tê kirin û gelekî xweş derbas dibe."

Werzişvan Abdulkadi Eren jî got:

“Ez 14 sal in werzîşa paraşûta berpalê dikim. Yek ji sûdên herî mezin ê vê werzişê ew e ku em cihê nû dibînin û mirovên nû nasdikin.

Ez bangî hemû kesên ku bi vê werzîşê re eleqedar in bila werin Wanê.”

Pêşbaziya paraşûtê sala borî jî li Wanê hatibû kirin û yek ji armancên vê pêşbaziyê danasîna dewlemendiyên dîrokî, çandî û xwezayî yên Wanê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst