Alîgirên Barcelonayê formaya Neymar şewitandin

04-08-2017
RÛDAW
Nîşan Barcelona Neymar forma şewitandin
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Alîgirên Barcelonayê bertek li Neymar da Silva Santos Jr nîşan didin û formaya Neymarê dişewitînin.

 

Neymar bi 222 milyon euro, transferî Tîma Paris Saint-German a Fransayê (PSG) bû. Alîgirên Barcelonayê li dijî vê transferê derketin û li ser medyaya civakî kampanyayek dan dest pê kirin û bangewaziya şewitandina formaya Neymarê kirin.

 

Hin alîgirên hêrsbûyî bersiv dan vê bangewaziyê û formaya Neymar şewitandin û li ser medyaya civakî parve kirin.

 

Herwiha di peyaman de alîgir dibêjin "Neymarê xayîn!",  "Emê te efû nekin".

 

Hin alîgiran jî ji tîma Barcelonayê daxwaz kirin, ku diravên wan ên ku ji bo formaya Neymar dane, vegerînin.

 

Alîgirên Barcelonayê diyar dikin, ku ji bo her formayeke Neymar 150 euro dane û niha xwe weke ku hatine xepandin hîs dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst