FIFA 2018 – Îngîltereyê Kolombiya destvala şande malê

Moskow (Rûdaw) – Di çarçoveya lîstikên vavartinê yên Kûpaya Cîhanê ya Rûsya 2018ê de, tîma welatê Îngîltereyê bi penaltiyan li hember Kolombiyayê bi 4-3 serkeft û gihişte qonaxa çariyekê.

 

Di çarçoveya qonaxa yariyên 16 de Îngîltere û Kolombiya li Yarîgeha Spartakê hatine hemberî hev.

 

Beşa yekemîn a yariyê bê gol bi 0-0 wekhev bidawî bû.

 

Di xuleka 53ê de bi navê Îngîltereyê Kane bi penaltiyê gol tomar kir û encam bû 0-1.

 

Di xuleka 90+2ê de vê carê bi navê Kolombiyayê lîstikvan Mina bi serê xwe gol avêt û dema asayî ya yariyê bi 1-1 bidawî bû.

 

Lê di 30 xulekên serzêdekirî de dîsa aliyan nekarîn gol bikin û lewma penalty hatine avêtin.

 

Di encama penaltiyan de Îngîltere bi 4-3 serket û gihişte qonaxa çaryekê û bû rikberê Swêdê.