Hewlêr dê mazûvaniya Pêşbirka Kişikê ya Rojavayê Asyayê bike

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Kişikê ya Rojavayê Asyayê biryar da ku Pêşbirka Kişikê ya Welatên Rojavayê Asyayê bi awayekî fermî li bajarê Hewlêrê were lidarxistin.
Kesên ku di pêşbirkê de derkevin rêzên sereke, dê rasterast mafê beşdariya Pêşbirka Kişikê ya Cîhanê bistînin.
Di dîroka werzişê ya Îraq û Herêma Kurdistanê de cara yekem e ku Hewlêr dê mazûvaniya Pêşbirka Kişikê ya Rojavayê Asyayê bike.
Di pêşbirkê de dê di kategoriyên mêr û jinan de 11 welat beşdar bibin: Îraq, Îran, Urdin, Kuweyt, Libnan, Filistîn, Qeter, Uman, Îmarata Erebî, Behreyn û Yemen.
Pêşbirk dê 8ê Nîsanê dest pê bike û bi rêbaza Swîsreyê bi 9 gerên pêşbirkê hefteyekê bidome.
Yekîtiya Kişikê ya Rojavayê Asyayê bi Birêvebiriya Giştî ya Werzişê ya Kurdistanê re hevahengî kiriye da ku ji bo wesayîtên hatina mêvanan ên ji Balafirgeha Hewlêr û Balafirgeha Silêmaniyê amade bike.
Serokê Klupa Kişikê ya Xanzadê Dilzar Heme Salih derbarê amadekariyan ji Rûdawê re got:
“Cihê serbilindiyê ye ku paytexta Kurdistanê Hewlêr mazûvaniya çalakiyeke navneteweyî ya werzişê dike.
Hemû amadehî bi dawî bûne û em dixwazin wekî tîmekê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Yekîtiya Kişikê ya Hewlêr û Îraqê û Komîteya Olîmpîk re bixebitin ku mazûvaniyeke baş pêşkêş bikin.”
Her welatek dikare bi du lîstikvanan beşdarî pêşbirkê bibe lê ji ber ku hinek welat dê bi mesrefê xwe werzişkarên zêdetir bînin, tê çaverêkirin ku hejmara beşdaran zêdetir bibe.
Tîma neteweyî ya Îraqê dê bi 17 werzişkaran ku 8 ji wan Kurd in di pêşbirkê de cihê xwe bigire.
Îran jî dê bi zêdetirî 8 werzişkaran beşdar bibe.
"Rêjeya beşdariya Pêşbirka Rojavayê Asyayê dê bilind be"
Serokê Klupa Kişikê ya Xanzadê Dilzar Heme Salih anî ziman:
“Hatina werzişkar û kesên navdar ji welatên Kendavê ve, vedigere ser pêşbirka mezin a navneteweyî ku em jê re dibêjin Pêşbirka Barzanî.
Me 14ê meha borî li Hewlêrê bi piştgiriya Klupa Siwariyê ya Hewlêrê û Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li dar xist.
Ev rastî, aramî û ewlehiya herêmê û welatên Kendavê û şiyana Hewlêrê piştrast dike.
Ji ber vê em çaverê dikin ku rêjeya beşdariya Pêşbirka Rojavayê Asyayê bilind be.”
Kesayetiyên girîng ên ku dê di pêşbirkê de beşdar bin ev in:
Tarîm Matar Muhemed: Serokê Yekîtiya Kişikê ya Îmarataa Erebî
Ehmed Baloşî: Serokê Yekîtiya Kişikê ya Umanê
Mihemed El Mezhîkî: Serokê Yekîtiya Kişikê ya Qeterê
Adil Umrî: Endamê Yekîtiya Kişikê ya Qeterê