Yariya Juventus û Milanê ji ber koronayê hat paşxistin

04-03-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îtalyayê ji ber belavbûna vîrûsa koronayê ya nû (Covid-19) yariya nîvefînala Kupaya Îtalyayê ku dê îşev di navbera Juventus û Milanê de bihata lîstin, hat paşxistin.

Nexweşiya vîrûsa koronayê li Îtalyayê heya niha bi 2 hezar û û 263 kesî re hat dîtin û 79 kes ji ber vê nexweşiyê canê xwe ji dest dane û ev yek jî li wî welatî bû sedema paşxistina organîzasyonên wezîşê.

Yekîtiya Lîga Serîe A ya Îtalyayê ragihand ku yariya di navbera Juventus û Milanê de ku dê îşev di Stada Allianzê ya li Torînoyê de bihata lîstin, hat paşxistin.

Hat gotin ku dema yariyê dê paşê bê eşkerekirin.

Juventus û Milan di yariya ewil a nîvefînala kupayê de bi encma 1 û 1 wekhev mabûn.

Ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê di hefteya 25emîn a Serie Ayê de 4 yarî û di hefteya 26emîn de jî 6 yarî hatibûn paşxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst