BIRYARA DAWÎ - Lîstik li Amedê ye û bêalîgir tê lîstin

Amed (Rûdaw) – Lijneya Ewlehiya Sporê ya Amedê biryar da lîstika Amedspor û Fenebahçeyê dê li Amedê û bêalîgir were lîstin.

Lijneya Ewlehiya Sporê ya Amedê îro ser mijara Lijneya Ewlehiya Sporê ya Amedê ya di yariyên qonaxa çarîkfînalê ya kûpa Ziraatê ya Tirkiyê de civiya.

Cigîrê Parêzgarê Amedê Mehmet Demir, Serokê Rêveberiya Federasyona Futbolê ya Herêmê Serkan Bayhan, Nûnerê Amedê yê Futbolê Îhsan Kizil, Berdevkê Çapemeniyê yê Tîma Amedsporê Saffet Azbay, Rêvberê Qulûba Amesporê Osman Fidan û Rêveberê Amedsporê Remzî Dindar beşdarî civînê bûn.

Di civîna Lijneya Ewlehiya Sporê ya Amedê de biryar hat dayîn ku lîstika Amedspor û Fenerbahçeyê ya di yariyên qonaxa çarîkfînalê ya kûpa Ziraatê ya Tirkiyê de dê li Amedê bêalîgir roj bê lîstin.

Hat gotin, Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyê (TFF) dê piştre roj û seata lîstikê diyar bike.

Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyê  ragihandibû, di yariya tîmên Amedspor û Başakeşehîra Stenbolê de, alîgirên Amedsporê “siloganên îdeolojîk” havêtine, lewma ew tîm hatiye cezakirin.

Di yariya Amedspor û Başakşehîra Stenbolê de, alîgirên Amedsporê ev silogan gotibûn: “Her Der Sûr e, her der berxwedan e”, “Her der Cizîr her der berxwedan e”, “Bila zarok nemirin, bila ew jî bên yarîgehê”.