Brezîlya û Swîsre derbasî qonaxa 16an bûn

03-12-2022
RÛDAW
Nîşan Kamerûn Brezîlya Sirbistan Swîsre
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî pêşbirkên dawîn ên Koma Gyê ya Kûpaya Cîhanî ya FIFA 2022an, Brezîlya û Swîsre derbasî qonaxa 16an bûn.

Di pêşbirka sêyemîn û dawîn a Koma Gyê ya Kûpaya Cîhanî ya FIFAyê ya 2022an de Brezîlya û Swîsre li Stadyûma Lusail hatin hemberî hev.

Kamerûn Brezîlyayê 1-0 têk bir. Gola Kamerûnê di xuleka 90+2 Vincent Aboubakar avêt.

Piştî vê encamê Brezîlya Koma Gyê bi 6 pûanan wek lîder temam kir û karî navê xwe li qonaxa 16an binivîsîne.

Swîsre ji Sirbistanê bir

Di pêşbirka din a komê de Sirbistan û Swîsre li Stadyum 974 hatin hemberî hev. Swîsre bi 3-2 ji Sirbistanê bir.

Golên Swîsreyê di xuleka 20an de ji aliyê Xherdan Shaqiri, di 44an de Breel Embolo û di48an de Remo Freuler ve hatin avêtin.

Golên Sirbistanê jî di xuleka 26an de ji Aleksandar Mitrovic û di xuleka 35an de Dusan Vlahovic hatin avêtin.

Piştî vê encamê, Swîsre bi 6 pûanan di Koma Gê de di rêza 2yemîn de cih girt û derbasî qonaxa 16an bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst