Amedspor li Rihayê bi ser ket: Serkeftina ewil e

03-09-2024
Nîşan Amedspor Kocaelispor Riha Serkeftin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Amedspor li pêşberî Kocaelisporê 3-0 bi ser ket û îsal cara ewil 3 puan standin.

Amedspor û Kocaelispor şeva borî li Rihaya Bakurê Kurdistanê hatin pêşberî hev.

Nûnerê Amedê yê ku di Lîga Yekem a Tirkiyeyê de dilîze ji destpêka maçê ve serdest bû.

Listîkvanên Kocaelisporê Gokhan Degîrmencî û Muharrem Cînan di nîvê yekem ê maçê de bi karta sor ji lîstikê hatin avêtin.

Oktay Aydin xuleka 32yan gola yekem a Amedsporê û Adama Traore jî xulekên 62 û 86an golên duyem û sêyêm ên Amedê avêtin.

Serkeftina ewil e

Amedspor îsal bi vê maçê re cara ewil di Lîga Yekem de bi ser ket û 3 puanên ewil standin.

Tîma Ameda Bakurê Kurdistanê hefteya ewil li Stenbolê bi Karagumrukê re lîstibû û maç 0-0 xelas bûbû.

Amedspor hefteya duyem jî bi Istanbulsporê re hatibû pêşberî hev û tîma Stenbolê 1-0 bi ser ketibû.

Bêyomiya li ser Amedsporê hefteya sêyem jî berdewam kiribû û maça wê û Sakaryasporê 0-0 qediyabû.

Amedspora ku li pêşberî Kocaelisporê hem golên xwe yên ewil avêtin û hem jî cara ewil bi ser ket niha xwediyê 5 puanan e û di rêza 10an de ye.

Amedspor dê 14ê Îlonê li deplasmanê bi Bandirmasporê re bilîze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst