Serokê Diyarbekirsporê îstifa kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Diyarbekirsporê Serkan Genç ragihand ku ji erkê xwe yê nêzîkî sal û nîvekê berdewam dikir îstifa kiriye.

Serkan Genç bi daxuyaniyekê ragihand ku wî ji serokatiya Diyarbekirsporê îstifa kiriye û serkeftin ji tîmê re xwest.

Genç di daxuyaniya xwe de got, “Ez îro dev ji serokatiya tîma Diyarbekirsporê berdidim ku min bi dilsoziyeke mezin bi rê ve dibir û sipasiya hemû hevalên xwe yên ku piştgirî daye min dikim.

Hêvîdar im ji niha û şûnde tîma me bi rêvebiriyeke profesyonel bê birêvebirin û di sezona nû de jê re serkeftinê dixwazim.”

Diyarbekirspor sala 1977an li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê hat damezirandin û vê sezonê dê di Lîga 2yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de bilîze.