Denmark derbasî qonaxa berî fînalê bû

Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçova Şampiyonaya Ewropayê, EURO 2020 de Denmarkê, Çekya bi 2 golan têk bir û navê xwe li qonaxa nîv fînalê tomar kir.

Pêşbirka di navbera tîmên niştimanî yên Çekya û Denmarkê li Stadyuma Olîmpîyatê ya li Bakuya Azerbaycanê birêve çû.

Tîma Denmarkê bi golên di beşa yekem a pêşbirkê de Çekya bi 2-1 têk bir û derbasî qonaxa berî fînalê bû.

Delaney di xuleka 5emîn de û Dolberg jî di xuleka 42emîn de golên Denmarkê tomar kirin. Gola tîma Çekyayê jî di xuleka 49emîn de ji aliyê Patrik Schick ve hat avêtin, lê vê golê têrî Çekyayê nekir û 90 xulek bi encama 2-1 bi dawî bû.

Denmark dê roja Çarşemê demjimêr 22.00 bê pêşberî tîma Îngîltereyê bo ku derbasî fînala EURO 2020 bibe.

Şampiyonaya Ewropayê EURO 2020, ji ber vîrusa Coronayê îsal birêve diçe.