Amed Spor û Fenerbahçe hatin bermaberî hev: 0-2

03-03-2016
RÛDAW
Nîşan Amed Spor Fenerbahçe Futbol
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Îşev her du tîmên futbolê yên Amed Sportif û Fenerbahçe di çarçoveya lîstikên kupaya Tirkiyê hatin bermaberî hev.

 

Lîstikê îşev saet 18:150 li gor dema Tirkiyê li stadyuma Şukur Saraçoglu Spor Kompleks a tîma Fenerbahçeyê dest pê bû.

 

Lîstika çûyî ya navbera her du tîman li stadyuma Ulker Stadyum a bajarê Amedê bû û encama lîstikê jî 3-3 bû.

 

Di nîvê yekem a lîstikê de, tîma Fenerbahçeyê 2 gul avêtin û bi encama 2-0 pêş ketiye.  Gula yekem a Fenerbahçeyê di xûleka 31ê û gula duyem jî di xûleka 40ê de hatin avêtin.

 

Nîveya duyem a lîstikê niha berdewam e.

 

 Di lîstika îşev ew lîstikvan ji her du tîman re dilîzin:

 

Fenerbahçe: Ertugrul Taşkıran, Şener Ozbayraklı, Abdoulaye Ba, Bruno Alves, Hasan Ali Kaldırım, Michal Kadlec, Raul Meiles, Mehmet Topuz, Ramazan Civelek, Luis Nani, Jose Fernandao.

 

Amed Spor: Levent Taşkın, Abdullah Çetin, Sercan Ozçelik, Kamil Içer, Ercan Çapar, Mansur Çalar, Ercument Balıkçı, Mehmet Sıddık Istemi, Yusuf Yagmur, Ibrahim Ferdi Coşkun, Şehmus Ozer.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst