Aso Rostem li Iraqê bû futbolîstê herî biha yê Kurd

Hewlêr (Rûdaw) - Futbolîstê Kurd ê êrîşkar Aso Rostem ku ji Klûba El Salmiya ya Kuweytê derbasî tîma El Shorta ya Iraqê bû, bû lîstikvanê herî giranbiha yê futbolê yê Kurd li Iraqê.

Klûba El Shorta şeva Çarşemê 1ê Sibatê bi fermî ragihand ku Aso Rostem ku di heman demê de lîstikvanê futbolê yê tîma neteweyî ya Iraqê ye, ji klûba El Salmiye ya Kuweytê bo nav refên wê tîma Iraqî hatiye veguhestin.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, Aso Rostem dê heta dawiya werzê bi şampiyonê lîgê yê sala borî El Shorta re be, û egera dirêjkirina girêbesta wî bo saleke din jî heye.

Di girêbestê de bendek jî heye ku li gor wê bendê, lîstikvanê Kurd dikare ji El Shorta derkeve eger ji derveyî Iraqê pêşniyarek ji wî re were.

Çavkaniyên nêzîkî lîstikvanê navdar ê futbolê ragihandin ku Aso Rostem bi 225 milyon dînar (nêzîkî 3 milyon lîre) derbasî klûba El Shorta ya Iraqê bûye.

Bi wê jî Aso Rostem dibe futbolîstê herî giranbiha yê Herêma Kurdistanê ku girêbest bi klûbekê re îmze kiriye.

Aso Rostem di 25emîn Kûpaya Kendavê de ku meha bihorî li bajarê Besrayê li başûrê Iraqê hat lidarxistin, roleke girîng di şampiyoniya Iraqê de hebû.

Pêştir Aso Rostem di kongreyeke rojnamevanî de ragihandibû ku, çend klûbên lîgên cuda yên Kendavê û Iraqê daxwaza îmzekirina girêbestê bi wî re kirine, lê wî di dawiyê de El Shorta hilbijart.

Klûba El Shorta îsal di lîga Iraqê de performanseke baş nîşan nedaye, ji ber vê yekê jî dixwaze xeta xwe ya pêşiyê bi anîna futbolîstê Kurd xurt bike.