Serkeftin têra Almanyayê nekir, ji Japonê surprîzeke din

Hewlêr (Rûdaw) - Almanya tevî ku di pêşbirka sêyemîn û dawîn a Koma E ya Kûpaya Cîhanî ya FIFA 2022an de Kosta Rîka 4-2 têk bir jî, di rêza sêyemîn de xatirê xwe ji Kûpaya Cîhanî xwest. Li aliyê din di heman komê de Japon û Îspanya navên xwe li qonaxa 16an nivîsandin.

Di pêşbirka sêyemîn û dawîn a Koma E ya Kûpaya Cîhanî ya FIFAyê ya 2022an da Almanya û Kosta Rîka li Stadyûma El Beyt hatin hemberî hev.

Almanya bi golên Serge Gnabry (xuleka 10), Kai Havertz (xulekên 73 û 85) û Fullkrug (xuleka 89) 4-2 Kosta Rîka têk bir, lê ev encam têra Almanyayê nekîr ku derbasê qonaxa 16an bibe û xatir ji Kûpaya Cîhanî xwest.

Japon bi 2-1 ji Îspanyayê bir

Di pêşbirka sêyem û dawîn a Koma E ya Kûpaya Cîhanî de, Japonê bi 2-1 ji îspanyayê bir û wek lîder derket qonaxa 16an.

Bi vê encamê Japonê serkeftina xwe ya duyemîn bi dest xist û di Koma Eyê de bi 6 pûanan ket rêza yekem.

Îspanya di komê de têkçûna xwe ya yekem bidest xist, bi 4 pûanan û bi avrajê di rêza duyem de cih girt û derbasî qonaxa 16am bû.

Japonya dê di qonaxa 16an de bi Kirwatyaya duyemîn a Koma Fyê re were hemberî hev. Îspanya dê bi Fasê yê lîderê Koma Fyê re rûbirû bimîne.