Amedspor dê bêyî alîgirên xwe bi Erziromsporê re bilize

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Amedsporê dê bêyî alîgirên xwe derkeve hemberî tîma Erziromsporê.

Amedspor û Erzirumspor di maça hefteya 11emîn a Lîga Yekemîn de dê li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê sibe bên pêşberî hev.

Maç dê li Stadyuma Kazim Karabekîr bê lîstin lê Parêzgariyê Erzirom derbarê wê lîstikê de daxuyaniyek belav kir û got, qedexeya temaşevanan ji bo Amedsporê hatiye dayîn û alîgirên wê dê nikaribin li stadyûmê li lîstikê temaşe bikin.

Parêzgariya Erziromê ragihand ku bi armanca ewlehiyê ev biryar hatiye dayîn.

Tevî nerazîbûna Amedsporê biryar nehat guherîn.

Amedspor û alîgirên wê piraniya caran di lîstikên xwe yên bi tîmên bajarên Tirkiyeyê re rûbirûyî heqaret û êrişên nijadperestî dibin.

Li aliyê din, Rahênerê Amedsporê Ersun Yanal dev ji kar berda ye û ev çend maçên Amedspor bi ser navke.

Erzirumspor bi 19 puanan di rêza yekemîn de ye û Amedspor jî bi 13 puanan di rêza 16emîn ya lîgê de ye.