Ronaldo gefan dixwe: ‘Şer bi dawî nebûye!’

Hewlêr (Rûdaw) - Stêrkê Portugalî û kaptanê tîma Nesra Erebistana Siûdiyê Cristiano Ronaldo, piştî maça bi tîma Hîlalê re anî ziman, “Şer hîn bi dawî nebûye.”

Di hefteya 9emîn a Lîga Profesyonel a Erebistana Siûdiyê de tîma Nesrê mazûvaniya tîma Hîlalê kir û maç 1-1 bi dawî hat.

Nesr hindik mabû Hîlalê têk bibe ku 56 maç in têk neçûye lê stêrkê Sirb Serge Milinkovic di 15 deqîqeyên dawî yên lîstikê de tor hejand û tîma xwe ji têkçûnê rizgar kir.

Cristiano Ronaldo du wêneyên lîstikê li ser hesabê xwe yê Xê belav kirin ku yek bi xwediyê gola yekem Talisca re û yê din jî şahiya piştî golê ye.

Cristiano Ronaldo li ser her du wêneyan nivîsî:

“Şer hîn bi dawî nebûye, spas ji bo piştgiriya we ya îro!”

Ronaldo ji alîgirên Nesrê re peyameke taybet şand û ji wan re got ku tîma wan hîn jî xwedî hêzeke cidî ye di nava Lîga Erebistana Siûdiyê de.