VÎDEO – Paraşûtvan li asimanên Kurdistanê difirin

Çiyayê Korek (Rûdaw) – Paraşûtvanên Herêma Kurdistanê ji bo pêşbirkê li Çiyayê Korekê rahênanê dikin.

Beriya 3 mehan li Herêma Kurdistanê Qulûba Paraşût û Paramotorê vebû û ew hewl dide bala xelkê Başûrê Kurdistanê bikêşînin li ser wê beşa spore.

Nêzîkî mehekê ye endamên qulûbê li ser Çiyayê Korekê perwerdeyê dikin.

Herwiha paraşûtvanên biyanî jî hevaliya paraşûtvanên kurd dikin.

Îsal paraşûtvanê bi naveê Pêşmerge beşdarî Festîvala Kopî Karo ya Fransa ku hersal bi beşdariya bi hezaran pêk tê, bû.