Haltervanê Kurd bi carekê 2 motorsîklet rakirin

02-10-2022
RÛDAW
Haltervan Kurd bi carekê 2 motorsîklet rakirin
Haltervan Kurd bi carekê 2 motorsîklet rakirin
A+ A-

Kelar (Rûdaw) - Werzişvanê Kurd ê xelkê Rojhilarê Kurdistanê Rehîm Elîyarkî di nimayîşa xwe ya li navçeya Kelar a Silêmaniyê de 2 motorsîklet bi hev re rakirin.

Haltervan Rehîm Elîyarkî ku xelkê bajarê Serpêl Zehaw ê ser bi parêzgeha Kirmanşanê ve ye,  duh bû mêvanê navçeya Kelar a Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê û ji aliyê xelkê navçeyê ve bi coş û hezkirineke mezin hat pêşwazîkirin.

Elîyarkî ê 45 salî ji bo hezkiriyên xwe yên ku hatibûn dîtina wî, nimayîşek li dar xist. Elîyarkî 2 motorsîkletên ku giraniya wan bi giştî 320 kîlo bû, bi hev re rakirin.

Piştre jî li ser pişta xwe palda û 6 blokên betonê yên ku li ser hatibûn danîn bi balyozan hatin şikandin.

Temaşevanan piştre Rahîm Eliyarkî hilgirtin ser milên xwe û ew gerandin.

Rehîm Elîyarkî ji Rûdawê re diyar kir ku ew li ser daxwaza mirovên xwe yên li Kelarê hatiye bajêr û nimayîşek li dar xistiye.

Werzişvanê kurd anî ziman ku ew 15 sal in giraniyê hildide û got ku wî gelek xelat bi dest xistine.

Elîyarkî herwiha destnîşan kir ku armanca wî ew e ku di pêşbirkên Îranê û navneteweyî de bibe yekemîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst