Serok û rahênerê yaneyê bû niha dibe futbolîst jî

Hewlêr (Rûdaw) – Wekîlê Serokê Yaneya Tokatsporê Ahmet Dursun, ku di heman demê de rahênerê tîma xwe bû, niha jî ji bo wek futbolîst bilîze li gel yaneya xwe girêbest mor kir.


Di rojên dawîn ên werzê veguhestina futbolîstan de li Tirkiyê tiştekî balkêş çêbû. Di Grûba Sor a Lîga Duyemîn a Tirkiyê de, wekîlê serok û  rahênerê yaneya Tokatsporê Ahmed Dursun, ji bo bibe lîstikvanê yaneya xwe, girêbest îmze kir.

 

Ahmet Dursun ku futbolîstê berê yê yaneya Bêşîktaşê bû, beriya 4 salan dest ji lîstina futbolê berdabû û rahênerê Tokatsporê bû. Lê Dursun di 40 saliya xwe de careke din ji bo bilîze xwe amade dike.

 

Di dema îmzekirina girêbestê de Ahmed Dursun got: “Ez pir kêfxweş im ku careke din vedigerim lîstokê. Qet nebe dê bikarim 10 yariyan de bilîzim.

 

Ahmet Dursun diyar kir, ku armanca wan ew e, di nav 4-5 salan de Tokatsporê derxin Lîga Sûper a Tirkiyê.