Lîstikvana Kurd Şûxan Nûredîn bi 33 golan di Lîga Siûdiyê de yekemîn e

Hewlêr (Rûdaw) - Lîstikvana Kurd Şûxan Nûredîn di Lîga Jinan a Premierê ya Erebistana Siûdî de heta niha 33 avêtine û di rêza yekemîn de ye ku herî zêde gol tomar kirine.

Tîma lîstikvana Kurd Şûxan Nûredîn, El Hîlal di werza îsal de heta li heta niha li hermberî rikeberiyên xwe 7 caran serketiye û du caran têk çûye û herwiha carekê jî wekhev maye û 22 puan bidest xistine.

Şûxan Nûredîn ku formayê nimre 17 li xwe dike, heta niha 33 gol li ser navê tîma xwe tomar kirine û 3 ji golên wê bi penaltiyan bûye û lîstikvana herî zêde gol tomar kiriye.

Tîma Şêxan Nûradîn bi 22 puanan piştî tîma El Nasr di rêza duyemîn de ye.

Hêjayî gotinê ye ku lîstikvanê Kurd beriya niha di tîma Gaza Bakûrê Iraqê de bibû golvana herî baş a Lîga Futsalê. Her wiha bi tîma neteweyî ya Iraqê re di Lîga Futsal a Rojavayê Asyayê de pileya golkera herî baş bi dest xist.

Lîsikvana Kurd Derîn Mehmûd jî di heman tîma futbolê ya Şûxan Nûredîn de ye û wê jî heta niha golek avêtiye.

Di Lîga Jinanan a Premierê ya Erebistana Siûdî de 8 tîm hene û ew jî ev in: El Nasr, El-Hîlal, El-Îtihad, El-Yamame, El Şebab, El-Ehlî, Şûala El Şerqiye û Sama.