Mesksîka û Erebistana Siûdî xatir ji Kupaya Cîhanî xwestin

01-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di pêşbirka sêyemîn û dawîn a Koma Cyê ya Kupaya Cîhanî ya FIFAyê ya 2022an de Meksîkayê bi encama 2-1 têk bir, lê vê encamê têrê nekir û xatir ji kupayê xwest.

Mesksîka û Erebistana Siûdî li Stadyûma Lusail hatin hemberî hev.

Di xuleka 47mîn de lîstikvanê Meksîkayê martin golek avet û tîma xwe 1-0 xist pêş û nîva yekem a lîstikê bi vê skorê bi dawî bû.

Lîstikvanê Meksîkayê Chavez di xuleka 52yemîn de golek din li ser navê tîma xwe tomar kir. Di heyama mayî de her çend Meksîkayê serdestiya xwe nîşan da jî lê nekarî golek din biavêje.

Di xuleka 90+5 lîstikvanê Erebistana Siûdî yê bi navê Al Dawsarî golek avêt û encam kir 2-1.

Tevî ku Meksîka bi vê encama serkeft, lê bi 4 puanan di rêza 3yemîn de ma û xatir ji Kupaya Cîhanî ya FIFAyê ya 2022an xwest.

Erebistana Siûdî ku di dawiya maçên komê de karîbû 3 pûanan bi dest bixe, di rêza dawî de ma û wê jî xatir j Kipaya Cîhanê xwest.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst