Rûdaw li Moskowê romala tîr û pişka Kûpaya 2018an dike

Moskow (Rûdaw) - Êvariya îro înê 1ê Berfanbara 2017ê demjimêr 18:00 li gorî dema Başûrê Kurdistanê, merasîma tîr û pişka leyîzên Kûpaya Cîhanî ya Futbolê ya 2018ê ya li Rûsyayê birêve diçe û 32 tîmên ku beşdarî kûpayê bûne, dê li ser 8 grûpan de werin dabeşkirin.

 

Tora Medyayî ya Rûdawê bi rêya peyamnêrê xwe ji Rûsyayê romaleke taybet dike.

 

 

Hêjayî gotinê ye ku hewaya Moskowê vê êvarê gelek sar e û berf dibare, lê ji seranserê cîhanê kesên ku hatine vexwendin, gihiştine Moskowê û cîhan li benda wê yekê ye ku bizanên leyîzên kûpayê dê çawa werin encamdan.

 

Serokê FIFAyê Gianni Infantino ragihand: “Tiştê ku ez dizanim, kûpaya Rûsyayê dê bibe baştirîn kûpayan. Her tişt amade ne û tiştên ku ne amade ne dê di vê navberê de werin amadekirin. Her kesên ku têne Rûsyayê dibînin ku xelkê wê çi qas xwîngerm in.”

 

 

Peyamnêrê Rûdawê Kamîz Şedadî li hember Koşka Kremlînê bi awayekî zindî, çend zanyariyên li ser tîr û pişka Kûpaya 2018an aşkere kir û got: “Çaverê tê kirin ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî di merasîmê de amade be. Gelek lîstikvanên bi nav û deng ên cîhanî hatine vexwendin. Herwiha rahênerên hemû hilbijartiyên kûpayê, ji bo merasîmê hatine vexwendin û bi giştî 1300 mêvan di tîr û pişkê de amade ne.”


 


 

(Î.A)