Amedspor li deplasmanê bi ser ket: Bû yekem

01-10-2023
RÛDAW
Nîşan Amedspor Uşakspor Grûpa Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê
A+ A-

Hewlêr (Amed) – Amedspor li deprasmanê, li hemberî Uşaksporê bi encama 4-0 bi ser ket.

Di pêşbirka hefteya 6emîn a Grûpa Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de Amedspor û Uşakspor hatin hemberî hev.

Lîstikvanê Amedsporê Berk Îsmaîl xuleka 11an golek kir û tîma xwe 1-0 xist pêş.

Di xuleka 44an de lîstikvanê Amedsporê Taner Gumuş jî golek kir û nîve yekem bi encama 2-0 bi dawî bû.

Di nîveka duyem de lîstikvanê Amedsporê Dijlan Aydin xuleka 73yan tîma xwe 3-0 xist pêş.

Gola dawiyê jî Serkan Odabaşoglu di xuleka 82an de avêt û lîstik bi encama 4-0 di berjewendiya Amedsporê de bi dawî bû.

Amedspor, bi vê encamê li deplasmanê bi bû xwediyê 3 pûanan.

Amedspor herwiha bi vê encamê, di grûpa xwe de yekem.

Amedspor hefteya li pêşiya me dê bi Derîncesporê re bilîze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst