Lîstika Afyonspor-Amedspor wekhev bi dawî bû

01-10-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Lîstoka tîma futbolê Amedsporê û Afyonsporê wekhev bi encama 1-1 bidawî bû. Amedspor di nîva duyemîn a lîstikê de bi 10 lîstikvanan berdewam kir.

Tîma keskesor a futbolê Amedspor ku di Lîga Spî ya 2emîn de weke nûnera Ameda Bakurê Kurdistanê têdikoşe, vê heftê bû mêvana Afyonsporê dike.

Lîstika Afyonspor û Amedsporê di çarçoveya hefteya 7mîn de saet 19.00 li stada Afyonsporê bêyî beşdarbûna alîgirên Amedsporê destpê kir.

Di nîva ewil a pêşbirkê de lîstikvanê Afyonsporê Berat Tosun di deqîqeya 18emîn de gol avêt û tîma xwe 1-0 pêş xist. Di dawiya nîva yekem de  Amedsporê di deqîqeya 45+4 de bi gola Mehmet Alaedînoglu re encam kir weke hev û nîveya yekem a lîstikê bi wê encama 1-1 bi dawî bû.

Di nîveya duyem a lîstikê de lîstikvanê Amedsporê di deqîqeya 63yem de kerta sor wergirt û Amedspor neçarbû bi 10 lîstikvanan berdewam bike.

Di lîstika tengezarî zêde bû de hakem di deqîqeya 80mîn de penaltî da Afyonsporê, lê jê sûd wernirgirt.

Ji ber cezayên ku Amedsporê girt, maça ku 90+7 deqîqeyan dewam kir, 1-1 bi dawî bû. Her du tîm jî bi puanekê ji qadê derketin.

Lîstik heta dawiyê bi encama 1-1 bi dawî bû û Amedsporê gihîşt 10 pûanên û derket rêza 8emîn a Lîga Spî ya 2emîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst