Alîgirên tîma Efrînê bi Ey Reqîb piştevaniya tîma xwe kirin

01-09-2020
Kurdên herêma Efrînê li Helebê, bi def û zirna û sirûda neteweyî ya Kurdî Ey Reqîb piştgiriya tîma Efrînê kirin
Kurdên herêma Efrînê li Helebê, bi def û zirna û sirûda neteweyî ya Kurdî Ey Reqîb piştgiriya tîma Efrînê kirin
Nîşan Tîma Efrîn Sy Reqîb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Helebê yê Sûriyê, di dema yariya di navbera tîma Efrîn û Huriyê de alîgirên tîma Efrînê bi def û zirne û sirûda neteweyî ya Kurdî “Ey Reqîb” piştevaniya tîma xwe kirin.

Kurdên herêma Efrînê li stadeke futbolê li nav bajarê Helebê, bi def û zirna û sirûda neteweyî ya kurdî Ey Reqîb û bi hestên neteweyî, tîma Efrînê han dan û piştgiriya wê kirin.

Li stada 7 Nîsanê ya futbolê 30ê Tebaxa 2020an li nav bajarê Helebê, kurdên Efrînê yên ku li bajarê Helebê dimînin, di dema lîstika di navbera herdu tîmên Efrînê û Huriyê de, bi zirneya hunermendê ji Efrînê Welat Hac Nasir bi hestên neteweyî, sirûda neteweyî ya kurdî Ey Reqîb ji bo handan û piştgiriya tîma Efrînê gotin.

Kurdên Efrînê bi xwendina sirûda neteweyî ya Kurdî Ey Reqîb, li nav bajarê Helebê, dixwazin wê peyamê bidin û bibêjin, ku ew kurdayetiya xwe ji bîr nakin û zindî dimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst