Forma û cilên sexte yên Amedsporê tên firotin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hinek kesan forma û cilên sexte yên Amedsporê çêkirine û li ser malpera danûstandinê ya Trendyolê difiroşin.

Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de têdikoşe vê hefteyê di maça dawî ya lîgê de dê bi Menemensporê re bilîze.

Eger Amedspor têk neçe, bi îhtimaleke mezin dê bibe şampiyon û derbasî Lîga 1emîn a TFFyê bibe.

Li aliyê din, yek ji dahatên herî girîng ên Amedsporê firotina forma û cilên tîmê ne û alîgir jî piştgiriyeke zêde didinê.

Hinek kesan dest bi sextekariyê kiriye û forma û cilên sexte yên Amedsporê çêkirine.

Kesên berhemên sexte çêkirine navê “Amed Store” teqlîd kiriye û li ser malpera danûstandinê ya Trendyolê difiroşin.

Ew wan forma û cilan wekî ku yên fermî û eslî bin difiroşin.

Navnîşana şandina forma û cilan jî li ser Trendyolê li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê hatiye diyarkirin.

Hinek alîgirên Amedsporê derbarê sextekariyê de li ser medyaya civakî rêveberiya Amedsporê hişyar kir.