Diyarbekirspor bû şampiyon

01-05-2021
RÛDAW
Diyaberkirspor sala 1997an li Ameda Bakurê Kurdistanê hat damezrandin
Diyaberkirspor sala 1997an li Ameda Bakurê Kurdistanê hat damezrandin
Nîşan Diyabekirspor Amed Bakurê Kurdistanê Super Lîg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Diyarbekirspor ku di Grûpa 1 a Lîga 3yemîn de bû, di dawîn pêşbirka xwe de xalek bidest xist û bû şampiyon. Ew tîma Bakurê Kurdistanê derbasî Lîga 2yemîn bû.

Diyaberkirspor di hefteya 30emîn de li Stenbolê hat pêşberî tîma Arnavutkoy Belediyesspor ku di vê pêşbirkê de wergirtina xalekê jî têrî tîma Bakurê Kurdistanê dikir.

Di encama 90 xulekan de dengê golê ji pêşbirka Diyaberkirspor û Arnavutkoy Belediyesspor bilind nebû û pêşbirk bi encama 0-0 bi dawî hat.

Bi wergirtina xalekê Diyarbekirspor gihişt 68 xalan û di dawîn hefteya lîgê de şampiyoniya xwe ragihand û derbasî Lîga 2yemîn bû ku ev di dîroka wê tîmê de cara yekem e.

Diyaberkirspor sala 1977an li Ameda Bakurê Kurdistanê hat damezrandin û bo salên dirêj di lîgên amator de bû û 2012-2013 bo cara yekem derbasî Lîga 3yemîn bûbû.

Diyarbekirspor ku di Grûpa 1 a Lîga 3yemîn de bû, di bin rahêneriya Şenol Demîr de saleke serkeftî derbas kir û bû şampiyon.

Sala bê ew tîma Ameda Bakurê Kurdistanê dê di Lîga 2yemîn de cih bigire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst