VIDEO - Li Almanyayê boksorê Kurd rikeberê xwe yê Tirk avêt erdê û bû şampiyon

Hewlêr (Rûdaw) – Boksorê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê di pêşbirkeke boksê de li Almanyayê rikeberê xwe yê Tirk şikest da û di wezna 70 kîlogramî de bû şampiyon.

Ew pêşbirka werzişî di 16-12-2022an de li Almanya bajarê Dusseldorfê hat kirin û boksorê Kurd Ali Kafi Jankurd di wezna 70 Kîlogramî de beşdarî rikeberiyên NFC ên kikboksîngê bû.

Ali Kafi Jankurd hevrikê xwe yê Tirk Fatih Altun avête erdê û ew şikest da û di wezna xwe de bû şampiyon.

Jankurd, ciwanekî ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ye û ji sala 2012an ve li Almanyayê dijî.

Boksorê Kurd, Ali Kafi Jankurd îşev şeva Yekşemê 1ê Çileya 2023an beşdarî Bultena Rojava ya Tora Medyayî ya Rûdawê bû ku ji aliyê Dilbixwîn Dara ve tê pêşkêşkirin û derbarê serkeftina xwe û bilindkirina Ala Kurdistanê di pêşbirka boksê ya li Almanyayê de axivî.

Ali Kafi Jankurd diyar kir ku heşt sal e ew mijûlî werzişa boksê ye û got, ji bo ku tevli wê pêşbirka boksê bibe, wî wezna xwe ji 78 kîlograman daxistiye 70 kîlogramî.

Jankurd got, "di 10ê Cotmeha îsal de dema ez ji Kurdistanê vegeriyam Almanyayê, min ji manacerê xwe re got ku ez dikarim tevli lîstikê bibim û min rojane rahênan dikir, û di nava 3-4 heftiyan de min wezna xwe bi qasî 8 kîlograman anî xwarê."

Wî werzişanê Kurd amaje bi wê yekê kir ku gelek metirsiyên werzişa boksê hene û got, "min çend cihên destê xwe û lingê xwe emeliyat kirine."

Ji bo plana xwe ya paşerojê jî, Ali Kafi Jankurd ji Rûdawê re ragihand, ji bo sala 2023 ew dê li Almanyayê girêbestekê îmze bike daku her du mehan carekê bilîze, lê di paşerojê de ew dixwaze biçe Amerîkayê û di pêşbirkên mezin ên boksê de li ser navê Kurd û Kurdistanê beşdar bibe.