Erdogan: Vaksîna Hepatît Ayê dê êdî li welatê me bê çêkirin

31-10-2023
RÛDAW
Nîşan Vaksîn Hepatît A Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku vaksîna Hepatît Ayê ya ku herî zêde ji derva tê êdî dê li Tirkiyeyê bê çêkirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di Merasima Vekirinê ya Navenda Çêkirina Vaksînê ya Keyvacê de axivî.

Erdogan Serokê Lijneya Rêvebiriyê ya Holdînga Alagozê Canturk Alagoz û xebatkarên kargehê pîroz kirin û got:

“Ev şirket ji 2004an vir ve di 9 qadên cuda da xebatan dike û dê niha jî vaksîna Hepatît Ayê çêbike.

Erdogan wiha axivî:

"Herî zêde vaksîna Hepatît Ayê ya ji derve tê, êdî wê li welatê me bê çêkirin. Bi vî awayî Tirkiye dê bibe welatê 4an yê ku vê vaksînê di asta herî bilind de çêdike.

Bi vê tesîsa girîng a ku em vedikin ji bo vaksîna Hepatît Ayê êdî em dê girêdayî derveyî welêt nemînin. Ji bilî vê, welatê me dê bibe xwedî teknolojiyeke pêşketî û xebatkarên ku xwe gihandine.

Di vê heyama ku em 100emîn salvegera Komara xwe pîroz dikin de ez careke din dibêjim Fabrîqeya Çêkirina Vaksîna Hepatît Ayê li ser xêrê be."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst