Nexweşiya pênçeşêrê li Rojavayê Kurdistanê zêde bûye

31-10-2020
Muhenned Îbrahîm
Li Rojavayê Kurdistanê dermanên ji bo pençeşêrê peyda nabin
Li Rojavayê Kurdistanê dermanên ji bo pençeşêrê peyda nabin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê pênçeşêr
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Krîza deman û çareseriya nexweşiya pençeşêrê li Rojavayê Kurdistanê berdewam e, him derman bi dest nexweşan nakeve û him jî navendên teybet bi çareseriya pençeşêrê tunene.

Mislim Derwîş koçberekî ji Girê Sipî ye, û ji dema êrîşa Tirkiyê ve, ew neçar bibû koçber bibe û niha li taxa Aşûrî li bajarê Qamişlo dimîne, kurekî wî yê bi navê Mihemed ku temenê wî 9 salin heye, ew bi nexweşiya penceşêrê ketiye.

Ev heyama 5 mehane, ku Mislim bangê li xelkê û xêrxwazan dike, da ku bibin alîkarê kurê wî, lê li gorî gotina wî, heta niha ti dezgeh an jî sazî bi hawara wî ve nehatine, tevî ku wî çend caran bi rêya torên civakî, vîdiyo belav kirine û daxwaza alîkariyan kiriye.

Beriya niha jî Rêveberiya Deriyê Sêmalka û Pêşxabûrê ragihandibûn, ku deriyên wan ji bo çûnûhatinê girtî ne, lê ji bo nexweşiyên giran wekî pênçeşêrê, ew heftane rê didin 20 nexweşên pênceşêrê ku derbasî Herêma Kurdistanê bibin.

Bavê Mihemed jî hêvê dike, ku sûdeyê ji wê biryarê bibîne, û li nexweşxaneyên Kurdistanê kurê xwe derman bike.

Dayika Mihemed, Esma Hesen jî  dil lxeme li ser derûniya kurê xwe, nemaze pora wî diweşe û şopa 3 emeliyatên wî jî çak nebune.

Dayika Mihemed Esma Hesen dibêje: “Em wî naşînin dibistanê ji ber lingê wî diêşe. Kurê min bi tenê ye ez gelekî pê diêşi.”

Navendek Tendirustiyê derman ji bo zêdetirî 600 kesan pêşkêşkir, lê ew niha nayê pêşkeşkirin.

Bijîşikê Xwîn û Penceşêrê li navenda Pişkinîna Pêşwexit Dr. Danîş Îbrahîm jî got: “Rojê 25 nexweş penceşêrê dihatin, her 15 heta 21 roje 60-70 hezar xelk tenê derman dikirîn û tevî sîrom jî digiha 100 hezar, tenê dermanê kimyawî me dide û ya bergirî buhaye û tuneye.”

Rêveberiya Xweser tenê Navenda Pişkinîna Penceşêra Sîngê bi rêve dibe, ew curayên ku tê standin ji 17 sêntên Amêrikî destpê dike û heta bi 85 dolar diçe û piraniya wan ji bazara reş tê kirîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst