Li Qamişlo Kongreya Nexweşî û Nûjdariya Dil hat sazkirin

31-05-2019
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Qamişlo Rojavayê Kurdistanê Nexweşxane Kongre
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Li Qamişlo Kongreya Nexweşî û Nûjdariya Dil birêve çû û di kongreyê de nûjdarên Rojavayê Kurdistanê daxwaza avakirina nexweşxaneyên taybet bi nexweşiya dil dikin û dibêjin, ku pêwistiya wan bi amûrên pêşketî heye.

 

Gelek nexweşên Rojavayê Kurdistanê berê xwe didin Başûrê Kurdistanê, yan jî diçin Şamê, û nûjdarên Rojavayê Kurdistanê jî dibêjin, ku gelek nexweş li ser rêyan dimirin, ji ber ku nikarin xwe bighînin nexweşxaneyan.

 

Li Qamişlo derdora 120 pizîşkên pispor nexweşî û nûjdariya dil bi rêya kongireyekê gotûbêj kirin. Hejmarek ji pisporên nexweşiyên dil ji Başûrê Kurdistanê û Ewropayê jî di vê kongreyê de beşdar bûn.

 

Hevserokê Desteya Tendirustiyê Dr. Ciwan Mistefa ji Rûdawê re ragihand ku Desteya Tenduristiyê weke pêwîst dîtiye ku peywendiya nûjdarên Rojavayê Kurdistanê bi pêşketinên cîhanê hebe û bi vê mebestê ev kongre li dar xistine, daku pêşketinên zanistî yên di nexweşiya dil de li kongreyê werin nîqaşkirin û doktorên Rojava ji wan pêşketinan bêpar nemînin.

 

Nûjdarên Rojavayê Kurdistanê derbarê nebûna amûrên tibê û nexweşxane û navendên taybet bi çareserkirin û nûjdariya dil dikin û dibêjin, gelek nexweş li ser rêyan mirine û nekarîne xwe bigihînin nexweşxaneyê.

 

Nûjdarê Dil Dr. Ramadan Mecîd ji Rûdawê re eşkere kir ku kêmasiyên wan ji aliyê amûran ve, ji aliyê nexweşxaneyan ve hene.

 

Ji bo nûjdariya dil, gelek nexweşên Rojavayê Kurdistanê berê xwe didin Başûrê Kurdistanê, yan diçin Şamê, di vê kongreyê de tekezî li ser avakirina nexweşaneyên taybet bi nexweşiyê dil hate kirin, ku amûrên pêşketî yên pizîşkî di nav de bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst