Li bajarên Kurdan Corona gihîştiye asteke metirsîdar

Amed (Rûdaw) - Beriya sistkirina tedbîrên coronayê bajarên Bakurê Kurdistanê di lîsteya rengê şîn de cih digirt. Ango nexweşî li van bajaran gelek kêm bibû. Lê piştî sistkirina tedbîran nexweşî her ku çû zêde bû û niha rengê piraniya bajarên kurdan zer bûne û ber bi sorbûnê ve diçin. Tenê li Amedê di nava du heftiyan de rêjeya coronayê 4 qat zêde bûye. Berê rojane 20 kes li nexweşxaneyan dihatin razandin lê niha ev hejmar rojane ji 80 kesan bihuriye.

Li bajarên Tirkiyeyê û gelek bajarên ku kurd lê dijîn pêla sêyemîn a coronayê dest pê kir. Nexasim jî li bajarê Amedê.

Beriya sistkirina tedbîrên coronayê, li Amedê rojane nêzî 20 kes li nexweşxaneyan dihatin razandin. Lê ev heftiyek e rêjeya coronayê li Amedê çar qatan zêde bûye. Niha her roj nêzî 200 kes bi coronayê dikevin û derdora 90 kes li nexweşxaneyan têne razandin.

Rêveberên Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES), dibêjin ew bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne û ger ji sedî 70ê xelkê neyên derzîkirin dê di pêla sêyemîn a coronayê de gelek kes canê xwe ji dest bidin.  

Hevserokê SESê yê Amedê Şiyar Guldîken ji Rûdawê re got: “Ji ber vê yekê bangewaziya me li gel ev e; dema wexta we ya aşiyê hat, herin aşiya xwe bikin. Aşî me ji çi diparêze? Yek me ji mirina ji ber kovîdê diparêze, wê rîskê pir û pir kêm dike. Ya din jî tedawiya me ya nexweşxaneyê zû çêdike û em zû rihet dibin.”

Bajarê Amedê beriya çend rojan jî yek ji wan bajaran bû ku nexweşî lê kêm dihate dîtin. Ji ber vê yekê wî di nava rengê şîn de cih digirt. Lê niha ji ber belavbûna zêde ya coronayê rengê Amedê zer bûye û ber bi sorbûnê ve diçe. Li gorî bijîşkan tekane çare qedexeyeke seranser e.”

Hevseroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Turan jî got: “Em dibêjin maskeya xwe bidin ber devê xwe. Hijyena xwe dîqet bikin, mesafeya xwe dîqet bikin. Tabî ev tedbîr têr nakin. Divê li gorî herêman jî biryarên nû bêne wergirtin. “

Yûsif Dîdar yek ji wan kesan e ku 6 meh berê bi coronayê ketiye lê heta niha jî ji derdê wî re tu dermaneke ku wî xweş bikin nehatiye peydakirin.

Nexweşê Coronayê Yûsif Dîdar jî got: “Kî hat ji min re îlaç nivîsand. Ez çûme kîjan nexweşxaneyê, kîjan bijîşkî, hemûyan ji min re îlaç nivîsand. Êdî hundirê min hemû bûye îlaç. Hê jî xilas nebûme. Ev 5-6 mehê min e hê jî dikişînim, hê jî dikişînim. Weke qeyrana dil derbas dikim, hê jî sîngê min dişewite.”

Ji ber hatina demsala biharê piraniya xelkê nema dikarin li hundirên malan bimînin û xwe davêjin derve. Ev yek ji bo belavbûna coronayê tenê rê xweş dike.

Hunermend Kadîr Ayyildiz dibêje: “Nexweşî li nava Amedê gelek zêde bûye.”

Bermalî Sultan Aras jî anî ziman herkes ji hêla xwe de divê baldar be.

Bermalî Fatma Hemsa jî got: “Bila hertim maskeya xwe bidin ber devê xwe. Bila paqijiya xwe bikin, bila li xwe mêze bikin.”

Bermalî Tewrat Hesen jî wiha axivî: “Ji qelebalixiyê, ji qehweyan, ji xwaringehan, ji dawetan, ji tiştên wisa bila xwe dûr bigrin.

Çavên herkesî hem li tedbîrên takekesî û hem jî li yên dewletê ne. Lê heta niha hem piraniya xelkê û hem jî dewletê di hêla tedbîran de gavên ku nexweşiyê ji holê rake neavêtine.